KOBANÊ- Îro di peşengtiya Yekitiya Jinên Ciwanên Kobanê gelê navçeya Qine bi şahiyekê girseyî 8’ê Adare pîroz kirin. Şahiya jinên ciwan di deqayekî rêzgirtin di şexsê pêşengên jinên ciwan şehîd Sara û şehîd Bîşeng ji bo tevahî şehîdên şoreşê hatiye destpêkirin.
Di şahiyê de li ser nave Yekitiya Jinên Ciwan Silava Kobane û li ser navê Kongra Star Heval Suad axaftin kirin. Di axaftinan de li ser ked û tekoşîna jinên Kurd û jinên cîhanê û hemandeme xeta bewrxwedana ku di pêşengtiya jina Kurd ve hatiye avkirin bal hate kişandin. Her wiha li ser jinên ciwan a ku pêşengtî gelê xwe welatê xwe re kirin e ghatiye vegotin. Di dawiyê axaftinan de jinên ciwan soza bilind kirina tekoşînê dane û dane diyarkirin ku, “Emê bi tekoşîna xwe Rêbere xwe teqez azad bikin.”
Bernameyekê bi reng û reng bi koma stran, koma dîlanê û helbest hatiye pêşkeş kirin. di dawiyê bernamê de gel tevlî govendê bûne û cejna 8’ê Adarê bi coş û moralekê mezin pîroz kirine.