NAVENDA NÛÇEYAN- Bi nezbûyina 8’ê Adarê Roja Jinên Tekoşer ya Cîhanî Endamê Yekitiya Jinên Ciwan di nav liv û tevgerê de ne. Jinên ciwan bi belavkirina belevok û broşurên di derbarê roja 8’ê Adarê de roja jinan pîroz dikin her wiha bi zanekirina ciwanên xort ve li hemberê hişmendiya zilamsalarî tekoşîn dikin.Endamê Yekitiya Jinên Ciwan agirê Newrozê niha ve geş dikin û ji 8 ‘ê Adarê heta Newrozê bi rengê jinê ciwan biharê pêşwazî dikin
KOBANÊ-
Ji aliyên endamên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê doh şev li pêşiya qada Jina Azad agir hat pêxistin û jinên ciwan di derdora vî agirê dilan geriyan û 8 ‘ê Adarê bi coşekî mezin pîroz kirin.
Jinên Ciwan rihê 8’ê Adarê belav dikin
Li Kobanê îro endamên Yekîtiya Jinên Ciwan daqetin kolanan û ji bo 8’ê Adarê bidin nasîn belavok belav kirin. Di vê rojê de jin xwe dixemlînin û derdikevin kolanan, şahî û dîlanê dikin. Lê di heman demê de ev roj roja ji hemû hêzên desthilatdar, kedxwar, zayendperest, tecawûzkar û paşverû tol girtine. Pergala baviksalari di vê rojê de tê hilweşandin.
HELEB-
Bi boneya 8’ê Adarê li Helebê jinên ciwan belavok belavkirin
Her wiha ji bo pêswaziya 8’ê Adarê jinên ciwan li Helebê ser asta 2 rojan konek çandî li darxist. Destpêka çalakiyê li ser navê jinê ciwan axaftina vekirinê hat kirin piştî çalakî bi grûbên dîlan, stran û helbestan berdewam kir.
Ji bo bîranîna Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir di dawiya çalakiyê de sînevîzyon li ser jiyana herdû hevala hate temaşekirin
HESEKÊ-
Jinên ciwan yên bajarê Hesekê ji bo 8’ê Adarê semînerek li ser mijara kuştina zilamê klasîk dan. Ji bi semînerê li navenda ciwanan bi dehan ciwan kombûn û piştî semînerê ciwan nîqaş kirin û 8’ê Adarê pîroz kirin.