NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê Dêrazorê de 18 kes hatin kuştin, ji wan 4 leşkerên “Dîfa Wetenî” ne. Her wiha 16 din birîndar bûn û zêdetirî 50 kesî winda ne.
SOHR’ê diyar kir ku di dema berhevkirina kuvarkan de DAIŞˊê li çolistana Kebacib a başûrê Dêrazorê êrişek pêk hat. Di encamê de pevçûn di navbera çeteyan û leşkerên “Dîfa Wetenî” de derket. Di pevçûnê de 12 erebe hatin şewitandin.
SOHR’ê destnîşan kir ku di encama êrişên li çolistana Sûriyeyê de ji destpêka 2024’an ve, 186 kes hatine kuştin.