MEXMÛR- Çalakiya nobedê ya ku gelê Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daye destpêkirin di roja xwe ya 230. de bi sekneke mezin didome.
Îro bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr-Şehîd Rûstem Cûdî ji bo endamê Kordînasyona Yekitiya Ciwanên Rojhilat (KCR) Tolhildan Qendîl ku li Pencewînê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a dagirker a 18’ê Îlona 2023’an de li herêmê pêk hat şehîd bibû, bîranî hate lidarxistin . Li ser bîranînê piştî deqîqeyek rêzgirtinê, ji bo Şehîd Tolhildan Qendîl axaftinek kin hat kirin. Di axaftinê de hate diyarkirin ku em sersaxiyê ji malbata şehîd Tolhildan re dixwazin û weke ciwan em ê mîrateya şehîdan biparêzin.
Piştre sînevîzyona ku ji aliyê beşdaran ve li ser jiyana Şehîd Tolhildan Qendîl hatibû amadekirin, hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.