KOBANÊ- Xwendekarên jin ên ciwan ên Zanîngeha Kobanê di çerçoveya 8’ê Adarê de ji bo pêşengên Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanan Bişeng Brûsk û Sara Hogir Riha yên ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anîn. Beriya ku bîranîn dest pê bike, di şexsê her du şehîdan de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Paşê li ser têkoşîna herdu şehîdan axaftinek kurt hat kirin û li ber wêneyên wan mûm hatin pêxistin. Di çalakiya bîranînê de ku nêzî 30 kes beşdar bûn, sînevîzyonên berê yên ji bo Şehîd Sara Hogir Riha û Şehîd Bişeng Brûsk hatibûn amadekirin, hatin temaşekirin. Piştî temaşekirina sînevîzyonê, bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên şehîd namirin û jin jiyan azadî ji aliyê xwendekaran ve bi dawî bû.
Xwendekarên jin ên ciwan ên li lîseyê bi pirtûk û parêznameyên Rêber Apo, bi broşur û pirtûkên ji bo jinan hatin amadekirin stand vekirin. Standa ku hat vekirin bala raya giştî ya derdorê bi taybetî xwendekaran kişand.