MINBIC – Îro danê sibê, Yekîtiya Jinên Ciwan û Kombûna Jin a Zenobia ya Minbicê li Lîstokgeha 4’ê Nîsanê ya kantona Minbicê, bi boneya pîrozkirina roja cîhanî ya jin çalakiyek hunerî li dar xist. Bi sedan şênî, endamên tevgerên ciwan û jin, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî meşê bûn.
Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan hat girtin. Piştre ji aliyê Koma huunerî ya Çerkesan şano, stran û govend hat pêşkêşkirin.
Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sabah El-Marayî axivî û diyar kir ku rêya têkoşîna me ya jinan ji dîrokê heta roja me ya îro didome û destnîşan kir ku ew di rêya şehîd Sara, Hevrîn, Zîlan û Jina Emînî ne. Her wiha, berdewam kir “Ji ber vê emê bi moralekî xurt xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe ya ji bo parastina şoreşa xwe ya 19’ê Tîrmehê mezin bikin.”
Sabah El-Marayî bang li hemû jinan kir ku tevlî serhildana jina azad a ku zêdeyî sed sal berê dest pê kiriye, li dijî hemû polîtîkayên zihniyeta zilamê desthilatdar û pergala baviksalarî bi biryardarî û berxwedanê dewam bikin. Sabah El-Marayî got: “Bila destkeftî û serketinên herî mezin di rûpelên dîroka nûjen de bên tomarkirin û em vê sedsalê weke ku Rêber Abdullah Ocalan xwestiye bikin sedsala azadiya jinê.”
Di dawiyê de hemû kesên amade beşdarî dîlan û govendê bûn û bi coş û moraleke mezin 8’ê Adarê pîroz kirin.