NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanên Welatparêz ku du mehan carekê bi zimanên tirkî û kurdî ji bo ciwanên Bakur û Tirkiyeyê derdikeve, di hejmara Adar-Nîsanê de bi şîara “Em bi Rêbertiyê re bibin yek, em bi Newrozê re azad bibin” bi hemû xwendevanên xwe re dicive.
Di beşa perspektîfê ya kovarê de sernavê Rêber Apo yê “Ciwanên ku bi lez û bez cîhana hemdem dihesibînin” cih digire, rêya ku divê ciwan bişopînin jî di perspektîfên ciwan û jinên ciwan de hatiye diyarkirin.
Di beşa portreyê de jiyan û têkoşîna Şehîd Bawer Ceng ku yek ji pêşengên ciwanên Bakurê Kurdistanê ye cih digire.
Di beşa “Nirxandin” de sernavên wekî “Ateşten Köprü”, “Diziler ile kirlenen beyin ve yürekler” “Ş.Mazlum Doğan ile Serhildan’a”, “Yüzyıllara sığan mirasın adı: Mazlum Doğan”, Hizbul-Kontra ve Mevlüt”, hene.
Di beşa dawî ya hejmara Adar-Nîsanê de ku beşên “Kurdistan û Dîrok”, Çand û Huner” tê de, bîlançoya çalakiyan a 2 mehan a YCWK’ê cih digire.
Kovara Ciwanên Welatparêz ku bi şîara “Em bi Rêbertiyê re bibin yek, bi Newrozê re azad bibin” tê weşandin.