ELÎH- Duh danê êvarê bi sedan ciwanên Elîh daketin qadan û tecrîd û îzelasyona li ser Rêber APO şermezar kirin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO qîriyan.
Polîsan piştî demekê êrîşî meşa ciwanan kir. Polîsan bi dehan top û maşînên zirxî ketin nava kolanan û li hemberî ciwanan gaza bîber û ava şid bikar anîn.
Ciwanên Elîh bi kevir û dirûşmeyên Bijî Serok APO bersiv dan hewldana destwerdanê.
Polîsên ku li hemberî ciwanan ti hêza xwe nema û ferq kirin ku nikarin girseya heyî ji hev belav bikin, vê carê jî êrîşî esnafên li qadê kirin. Hate hînbûn ku polîsan bi gotina, “Çima tu mudaxeleyî ciwanan nakin, çima nahêlin” êrîşî esnafan kir.
Li gorî agahiyên herî dawî 3 ciwan hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku navê yek ji ciwanan Hasan Alpan e.