NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê, şeva borî 2 girtiyên Kurd hatin bi darvekirin.
Medya Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bi nuçeyekê ragihand ku şeva borî li girtîgeha navendî ya bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê, 2 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin.
Her wiha hate diyarkirin ku navê yek ji girtiyên hatîn bi darvekirin Ebas Dadwer ku xelkê Mihabadê ye û bavê zarokekê ye, girtiyê din jî bi navê Fexredîn Mengur Nejade û xelkê bajarê Şîno ye.
Hêjayî gotinêye ku her du girtî beriya 4 salan ji aliyên hêêzn çekdar ên Îranê ve hatibûn girtin.