TIRBÊSPÎ – Îro ji bo pîrozkirina roja cîhanî ya jinê kedkar, li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin li darxistin. Gelê kantonê Qamişlo jî li ber gundê Mizgeftê girêdayî navçeya Tirbêspiyê bi boneya 8’ê adarê bi pêşengtiya tevgerên jin mîtîng û şahiyekî li darxist.
Cihê şahiyê Pîrozkirin bi axaftin derbarê wate û girîngiya 8’ê adarê û li ser tekoşîna azadiya jin bi taybet li 4 parçeyên Kurdistanê dest pê kir. Piştî wê komên hûnerî yên jin a stranan a Sitêra zêrîn, Koma Zeyneb Cûdî, Koma dayikan yên stranên folklorî, Hunermend Nisrîn Botan, Koma Şehîd Sakîne, Koma Şehîd Elefteriya, Hunermend Necla û Koma govendê ya Koçerata stran û govendên xwe pêşkeş kirin.
Gel jî bi coş heya dawî dîlan girt.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.