ŞEHBA – Îro li navçeya Ehdas a Şehbayê di bin dirûşmeya “Bi Vîna Jina Azad, Em ê Siyasetên Qirkirin, Dagirkerî û Tecrîdê Têk Bibin” jinên Efrîn û Şehbayê 8’ê adarê pîroz kirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir. Piştî wê li ser navê meclîsa malbata şehîdan dayîka Elî axaftin kir û 8’ê adarê li Rêber Apo, jinên cîhanê û tevahî jinên kurd û azadîxwaz pîroz kir. Piştî wê koma şehîd Hêva ya stranan gelek stran li ser 8’ê adarê gotin. Li aliyê din koma şehîd Ronahî ya govendê hat pêşwazîkirin û govend bi coş derbas bû. Her wiha, koma şehîd Viyan Soran a govendê jî govend gerand û li ser navê koma şehîd Bêrîvan a êzidî rêzestran di derbarê vê rojê de gotin, gelê Şehba û Efrînê bi dîlan û govend şahiya 8’ê adarê pêşwazî kir û pîroz kir.
Di dawiyê de şahî bi spasiya hemû kom, govend, mêvan, kes û grûpên alîkar bi dawî bû.