NAVENDA NÛÇEYAN- Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker li nêzî nuqteyek ya YBŞ’ê ya li nêzî bajarokê Tilizêr bombebaran kir, li gor agahiyên destpêkê şervanekê YBŞ’ê bi giranî birandar bûye.
Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker di van saetan de li Şengalê êrişek pêk anî. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî ku dispêrin çavkaniyên ewlekariyê yên Şengalê, balafira biçek û bêmirov ya dewleta Tirk ya dagirker li gundê Sikêniyê yê girêdayî bajarokê Tilizêr yê Şengalê li nêzî nuqteya şervanên YBŞ’ê xistiye û di encamê de şervanekê YBŞ’ê bi giranî birîndar bûye.
Têkildarî êrişa balafira dewleta Tirk ya dagirker heta niha ji aliyê Ferdariya Giştî ya YBŞ’ê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.