MEXMÛR- Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Jinên Mexmûrê ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn, peyama “Heta ku Rêber APO bi awayekî fîzîkî azad nebe jin azad nabe” dan.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin pîroz kirin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê hate lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêber APO û şehîdên jin û alên PKK, KCK, YJA Star û PAJK’ê hate xemilandin.
Pîrozbahiya 8’ê Adarê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi beşdariya bi hezaran jinan destpê kir.
Li dû kêliya rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak li ser wate û girîngiya rojê axivî. Fîlîz Budak ku di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li Rêber APO, şervanên jin û girtiyan pîroz kir û wiha got: “Em roja hemû jinên kedkar pîroz dikin. Jinan ji mirinê jiyan afirand. Zihniyeta mêraniyê keda me paşguh kir, hebûna me ji nedîtî ve hat di 8’ê Adarê de qetil kir. 8’ê Adarê bû roja berxwedan û serketinê ya li hemberî tunekirin û qetilkirinê. Peyva jin û mirin careke din di heman hevokê de nayê bikaranîn. Em ê bi ramanên paqij ên jinan aqilên kevinbûyî têk bibin. Bi felsefeya Rêber APO em ne tenê ji bo jinê ji bo tevahî mirovahiyê têdikoşin. 8’ê Adarê wê bibe sembola azadiya jinê. Rêber APO hemû derfetên jiyana azad ji bo me jinan afirand. Heta ku Rêber APO bi awayekî fîzîkî azad nebe jin azad nabe. Em careke din 8’ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz dikin.”
Piştî axaftina vekirinê Koma Folklorê ya Stêra Zêrîn pêşandana xwe ya bi navê ‘Govenda Azadiyê’ pêşkêş kir.
Piştî koma folklorê Koma Jinên Ciwan Erbane derketin ser dikê. Li dû Koma Erbane koma muzîkê ya Stêra Zêrîn bi stranên ku gotin beşdar efsûn kirin.
Herî dawî Hunermend Narîn Xan di şahiyê de derket ser dikê. Jinan ligel stranên Narîn Xan govend gerandin.
Pîrozbahiya 8’ê Adarê bi coşeke mezin bi dawî bû.