NAVENDA NÛÇEYAN- Her sal bi şîn bûna axa gund û çiyayên Rojhilatê kurdistanê gund bi gund pîrozbahiya newroz bi coş û germahiyek mezin tên lidarxistin.
Îsal jî ev hefteyeke li gundên Heşemêz, Texte, Dolab û gundên ser bi navçeya Hewraman pîrozbahiya Newroz destpê kiriye.
Komîteya çalakvanên Jîngehparêz û Ciwan û Jinên Ciwan pêşengtî ji rêvebirina şahiyan re dikin.