MINBIC– Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gundê Muharraq ê bajarê Minbicê meşek meşaleyî li dar xistin.
Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinên ciwan û hemû jinên azad ên ji bo azadkirina civak û jinan têkoşiyan dest pê kir.
Piştre beşdaran deqeyek rêz ji bo giyanê pakê şehîdan rawestiyan, piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan axivî û di naveroka wê de wiha hate gotin: Di destpêkê de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinên berxwedêr ên çiyayên Kurdistanê pîroz dikin û li dayîkên şehîdan pîroz dikin.
Hezar silav û silav ji bo her jinekê ji bo jiyana ku we ji bo mezinkirina zarokên xwe derbas kir û ji bo avakirina nifşê ciwanê berxwedêr xebat kir.
Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê em her jineke civaka xwe ji ber keda wê ya mezin di bilindkirina statuya welat û civakê de teqdîr dikin. Ez bi taybetî behsa şehîd Sara û şehîd Bişeng dikim ku wan pêşkêşî civaka me kirin. Û nûkirina rihê berpirsyariyê û belavkirina ruhê biryardarî, seknandin û berxwedanê, bi şehadeta wan şoreşa me nû dibe û heta serketinê îradeya me zêdetir dibe.
Li jinên civaka me yên ku bê berdêl jiyana xwe ji bo me xerc kirin, pîroz be.
Meş bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.