HESEKE – Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, pêşxistina ekolojî û parastina xwezayê herêmê endamên Erka Xwe Parastinê baxçeyekî bi 3000 daran cur bi cur çandin. Bi boneya 8’ê adarê jî, roja cîhanî ya jinê kedkar, 500 dar hatin çandin. Kelekê wê, ji bo alîkariya penaberên herêmên dagirkirî, baxçeyekî sebze tê çandin.
Nûçe Ciwan bi endamên Erkê Xwe Parastinê ku li vê baxçeyê kar dikin hevpeyvîn kir.