REQA- Îro li bajarê Reqa hevbîna xwebûn ya Yekîtiya Jinên Ciwan dibin duruşmeya; “Jin, Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de tê li darxistin.
Ev hevbîna li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê ye. Wê hevbîn du rojan bi berhemên zanistî hunerî û çandî berdewam bike. Di destpêka hevbînê de deqeyek rêzgirtin hat girtin û li ser navê Komîteya Amadekar Ronahî Yosif axaftina vekirinê hat kirin.
Ronahî Yosif di wir de da diyarkirin ku; “Jin di welatê me de rastî îşkence û hovîtiyek pir xeternak tên” bi vê yekê re li ser xala ku erkên pêşîgirtina li beramberî vê yekê divê çawa be sekinî. Her wiha kêfxweşiya xwe ji bo vê kombûnê diyarkir 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.