SAINT AVOLD – Ciwanên endamên CKF (Ciwanen Kurdistani en France) ji bo ciwanên Kurd ên li herêmê li hev bicivin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saint-Avold şeva sînevîzyonê li dar xistin. Di sînevîzyonê de fîlmê “Dema Reş” (Dema Dirîreşkan) ku qala kêliyên ku gerîlayek jiyaye, hat temaşekirin.
Piştî fîlimê şev bi nîqaş û sohbetan dewam kir.