KOBANÊ- Li dibistana Talîke jinên ciwan ji bo belavkirina fikr û ramanê Rêber APO xebatan dikin. Di encama vê xebatê ku li dibistana Talîkê de hatiye kirin de ji bo şikandinda tecrîdê 37 jinên ciwan û ciwan ji Rêber APOname nivîsandin û di nameyan de hestên xwe anîn ziman.
Netaliya Mihamed Alî, şagirta ku refa 11’ê de ye, di nameya xwe ya ji bo Rêber APO wiha got; “Gelê ku Rêberê xwe wekî we hebe wê tu carê wenda nake. Dema ez nivîsên we dixwînim bêtirîn bala min dikşînin û ez bi vê yekê ve giredayî me. Em wek gelê kurd û taybet jinên kurd em li pişt Rêberê xwe ne û heta ku Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin emê têkoşîn bikin. Em bi hêvî ne ku rojekê derketina te bibînin.”