QAMIŞLO – 20 sal berî, di 12’ê Adarê sala 2004’an de, li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê di maça futbolê ya di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de komên nijadperest a ku ji aliyê rejîma Baas ve hatin erkdarkirin, dirûşmên li dijî gelê Kurd ‘Hilweşin rêberên Kurdan û bijî Sedam Hisên’ berz kirin û bi keviran êrîşî gelên Kurd kirin. Polîs û leşkerên rejîmê hemwext êrîş pêk anîn û hemû deriyên stadyumê girtin. Di berdewamiya vê pevçûnê de 9 kesan ku di nav de 2 zarok jî hebûn hatin qetilkirin. Piştî van êrîşan gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û hemû bajarên Sûriyeyê yên ku Kurd lê dijîn daketin kolanan û nerazîbûna xwe li dijî rejîma Baasê anîn ziman. Ev bû bingehekî ji bo serhildana li dijî hikumetê ku 8 sal şunda bi Şoreşa Rojava bi encam bû.
Bi boneya salvegera 20’emîn a vê rojê ku ket dîroka serhildanê Kurdên Rojava, ajansa me ya Nûçe Ciwan bi bavê şehîd Ehmed, yek ji xortên Kurd ku di 12’ê adarê de hatibû şehîd xistin, axivî. Bavê şehîd Ehmed, ku ji her du çavên wi nabine, buyerê ku ew roj qewimî û ku ew bi xwe jiyan kir, ji ajansa me re parve kir.
“Gelê hêja, îro mêvan hatin cem me û îmkan dan me. Ez gelekî bixêrhatina wan dikim. Hûn ser serê min, ser çavên min hatin. We îmkanî da min ku ez 12’ê Adarê bibîrbînim û ji miletê xwe re bêjim. Navê min Xelîl e, bavê Kawa û bavê Şehîd Ehmed im. Kî guhdarî dengê min bike ez qurbanê çavê wan im, ez wan silav dikim û hembêz dikim.
‘MUBARA HEYE’
Ez 12’ê Adarê bibîrtînim. 12’ê Adarê di sala 2004’an de li bajarê Qamişloyê ev çêbû. Ez dişixulim, lawê min êvarê ji wî re (Şehîd Ehmed re) got: ‘Tu bi min re were Heseke? “Ezê herim cem xwîşka xwe’. Rabû, lawê min Ehmed got: ‘Wellah, ez nayem, ezê sibeh herim mubara, mubara heye. Heya tu here Heseke û vegere, encax mubara dest pê bike’. Ez jî sibê, roja înî bû, çûm serbesta xwe. Dora saet 10, Şehîd Ehmed, lawê min berê xwe da cem min. Min got “lawê min Ehmed, tu neçû Heseke?” Got “Na, wellah yabo, ez neçûm, min birayê xwe yê biçûk şand. Min rê kir basê û ez hatim.” Lawê min cem min meşiya, çû. Ew û Erkan bû. 20 gav ji min dûr ket, piştê xwe nerî, li aliyê min nerî. Min bang kir, min got “Ehmed, tu çima wilo dinerî?” Got “Yabo, ji xwe”. Çû pencî gavên din çû, gihîşt kolanê din û dîsa li piştê xwe li min nerî. Saet bû 12 ez çûm camiyê, min nîmêjê xwe kir, ez vegeriyam. Lawikekî cem min dişixuliya, min ji wî re got, “law, ev grad bibe malê”. Got camêrekî çadirekî da min, ser rêya Heseke, ezê herim ew çadirê bînim.
‘XEBER JI ME RE GOTIN, EV NE KARÊ MUBARE YE’
Min jî berê xwe da ser reyê Heseke. Min dostekî kevn ê gundan dît. Me wilo sekinî. Basê wan û foksê wan ji rêyê Heseke hatin. Pencere vekirin, bang dikirin, xeber ji me re gotin. Me got ev ne şixulê mubare. Ew jî kevirên reş xistin kîsekî û bi xwe re anîn di hundirê basê de. Kolana 3’ya girtin, ketin kolana 1’ê û berê xwe dan malabê tev darên xwe û kevirên xwe derbas bûn. Derî ji wan re vekirin, derbasî hindurê malabê bûn. Xortên me yên Kurdan dema kom bûn ji bo derbasî hindurê bibin, giştî tiştên wan, kartonên wan ji destên wan derxistin, şewitandin, avêtin û wisa derbasî hindur bûn.
‘QÎR Û QIYAMET BÛ’
Ez jî vegeriyam hatim malê, zarokan firavîn dan ber min. Telefon lêket û ji min re gotin “Xalo, zarokên we çûn malabê?” Min got “Wellah, Ehmedê me li malabê bû” Got “Yabo, acele here, bi xwedê şer çêbû di orte deriyê de û xortên me Kurmancan, şer çêbû, 3 zarokên me di nav lingên wan de fetisî ne”. Rabû ez derketim dema gihîştim deriyê sekinîm ji min re gotin “şer li malabê çêbû”. Ez li taksî siwar bûm. Min dît qîr û qiyamet e. Keviran ketin hindurê malabê de û xortên me yên Kurdan ji derve sekinî ne, kevir ji wan re avêtin, ew jî kevir li wan vedigeriyan. Ez derbasî hindurê malabê bûm û min dît Ehmedê min û Erkan li pêşiya wan in, kevir diavêt wan. Min xwe avêt Erkan, ew jî berxwedanekî mezin kir, min got “vegere, ji bo xwedê, vegere, vegere”, got “xeber ji me re danî û bi xwedê em venagerin”. Min destê xwe avêt Ehmed, min got “Ehmed, lawê min, vegere, ez qurbanê çavê te me”. Min kir, nekir, venegeriya. Got “Yabo, xeber danîn û xeber ji Kurmancan re danîn, wellah em bê kuştin venagerin”. Wilo 3, 4 fîşekên li erdê teqiyan û kes di hindurê malabê de neman, ez jî derketim. Min çavê xwe li Erkan û Ehmed kir, min kes ji wan nedît. Min ji kî re axivî, gotin “Erkan û Ehmed çûn sûkê, ne li vir in”.
‘BI XWEDÊ EW LAWÊ MIN E’
Rabû ez hatim malê, min got “Ka, nehatin?”, got “Na, wellah nehatin”. Dîsa ez vegeriyam. Ez li taksî siwar bûm, xortekî din jî di taksî de bû. Xwediyê taksî got “Niha li kolana nexweşxaneyê, her kes li wê derê ye, xortekî derb xwar, jaketê reş li wê bû û guzlik ber çavê wî bûn”. Min got “Bi xwedê ew lawê min e.” Li pişt xwe fitilî got “Bi hezaran milet rabûn, tu dibêje ev lawê min e?” Min got “Bi xwedê, lawê min e.” Ez çûm, qîr û qiyamet e, xortên me Kurdan direşînin, qîr û qiyamet rabû. Cîranê min hat, em çûn nexweşxane, lê rê tunebû. Dijwarê me, ê ji Ehmed biçûktir xwe avêt nexweşxane, ew jî lêxistin li wî kirin, 3 roj bê dev û ziman ma. Ew û lawiqê hevala Delal bûn. Her du jî hatin girtin. Yek bang li min kir, got “Bavê Ehmed, bavê Ehmed”, min li piştê xwe fitilî, ez nas nakim. Got “emê lawê te bibin nexweşxxaneyê Heseke”. Em 2 saet çûn, nedihîştin em derbas bibin. Nêzîkî nexweşxaneyê Bermal, sayareyekî derbas bû, dengê pîrekekî dihat, bi xwedê ev dengê dayika Ehmed e. 2 saet heya em gihîştin wê derê, rê tunebû. Li wê derê gotin “Bisekinin, yên ku şehîd ketin û birîndar bûn ezê bixwînim û ji we re bêjim.” Di dest pê kê de got “Şehîd Ehmed Xelîl Yusif, ji Hîlîliyê şehîd ketiye”, di dest pê kê de navê lawê min derket. Min got “Kanî ye?” Gotin “Derxistin xortan û birin malê”.
BI HEZARAN XORTÊN KURDAN MEŞIYAN
Ez vegeriyam, ez û xortekî Ereb, çûn taksî, ji min re got “Yaxî, ez te nabim”. Min li camê wî xist, min xist, min şkenand, min got “Çilo tu min nabe?” Rabû yekî din ji wan got “Wellah ez tirsiyam bê şewitandin. Ez jî bê şewitandin te bernadim”. Ez siwar bûm heta Hîlîliyê, min dît xortên me yên Kurdan Şehîd Ehmed bi xwe re tînin, wî dibin malê. Anîn malê, piştî wê, em şehîdên xwe bibin camiyê, heya Enteriyê wan deran, bi hezaran xortên me yên Kurdan, miletê me, meşiyan. Dîsa dewlet li me civîya, miletê Kurd reşandin, gelek xortên me birîndar bûn, gelek kirin hepsan. Me anî Hîlîliyê, li wir me veşart û ew lawê, navê wî Fener bû, ew jî hat girtin, ew jî şehîd ket. Gelek zilm û zor li me kirin, li zarokên me kirin, wan xistin hepsan, li wan xistin. Xortan bi dizî birin gundan veşartin. Em wê rojê û her tişt ku ser miletê me hat tu carî ji bîra nakin heya em sax in.Em li zarokên xwe ne poşmam in, xwînê wan zarokên xwe li miletê Kurd û Kurdistanê em pîroz dikin. Ew xortên me jî qurbanên axa Kurdistanê ne, ew jî şehîdên Kurdistanê ne, em wan ji bîra nakin. Ez dibêjim kîjan insan dengê min guhdar dike ez giştî silav dikim, ez çavên giştî maç dikim, ez spasiya we dikim. Hûn ser serê min û ser çavên min hatin ev îmakniyan dan me. Ez çavên dayikên şehîdan, bavên şehîdan, zarokên şehîdan maç dikim û ez sersaxiyê didim miletê xwe yê Kurd. Sersaxiyê didim Serok Apo û sersaxiyê didim malbatên şehîdan yek bi yek. Saeta we xweş be, ez qurbanê çavê we me.”