MARSÎLYA- Ciwanên TCŞ’ê yên Marsîlyayê kongreya xwe ya salane li dar xistin. Ciwan îro saet di 14.00 de li Navenda Çanda Kurd a Marsîlyayê li hev civiyan û di çarçoveya bersivdayîna pêvajoyê, guhertina meclîs û lijneya rêveberiyê û nirxandina xebatên hatine kirin de kongreya xwe pêk anîn.
Beriya destpêkirina kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê di şexsê şehîd Bişeng Brûsk, Şehîd Sara Hogir Riha û pêşengên Tevgera Ciwanan Tolhildan Qendîl ku herî dawî şehadeta wan hate ragihandin, destpê kir.
Piştre perspektîfa Rêber Apo ya li ser ciwanên Ewropayê hate xwendin.
Tolhildan Mereş di nirxandina xwe ya pêvajoya siyasî de bal kişand ser girîngiya ciwanan û diyar kir ku divê ciwan di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin û destnîşan kir ku bingeha pirsgirêkên exlaqî kêmbûna hêza ciwanan e û bi vî awayî nikare pêvajoyê re bibe bersiv. Mereş da zanîn ku ji bo li ser bingehê rast bersivê bidin pêvajoyê divê fikrên Rêbertî esas bê girtin û bi taybetî ciwanên Kurd ên li Ewropayê li ser vê bingehê xwe kûr bikin.
Piştî nirxandina pêvajoya siyasî ciwanan xebatên xwe yên salane nirxandin. Piştî rexne, xwerexne û nirxandinê endamên meclîsê hatin hilbijartin.
Di kongreyê de parlamentoya nû ji 21 kesan pêk dihat û du hevserok hatin hilbijartin. Endamên meclîsê yên hilbijartî diyar kirin ku ew ê li ser asta pêvajoyê û îdîayê li dijî pirsgirêkên exlaqî û gefên şerê taybet li ser xebatên çandî û exlaqî bisekinin û di qonaxa duyemîn a pêngava Rêbertiyê de dê bi meclîsên xwe yên nûbûyî bersivê bidin.