ARNHEM- Li bajarê Arnhem ê Hollandayê ji aliyê Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinê ya Şehîd Çekdar Canfeda Med ve ji bo bîranîna şehîda Komîteya Ciwanên PKK’ê Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komele Jinên Ciwan Şehîd Sara Hogir Rîha û Endama Koordînasyona KCR’ê Tolhildan Qendîl merasîmek hate lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan destpê kir. Piştre li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Bêrîvan li ser jiyana her sê şehîdan axivî. Piştî temaşekirina sînevîzyona ku di bîranînê de ji bo her du hevalan hatibû amadekirin, çalakî bi qîrîna dirûşmên Şehîd Mamirin, Ey Şehîd Xwîna we erdê Namîne, Bijî Serok APO, Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.