QAMIŞLO – Li taxa Qudurbek a Qamişlo Tevgera Çand û Huner bi her awayî dixebite ji bo geş kirina çand û huner ji bo ku bi vî awayî civakekî girêdayî dîrok û nirxên xwe, tendirust, exlaqî û azad were ava kirin. Bi reyê perwerde û avakirina komên hunerî şêniyên taxê û bi taybetî zarokan li navenda Çand û Huner ê Qudurbek kom dibin. Hemû pêkhateyên bi rêyê çand û huner tên bi rêxistin kirin.
Komên zarokên bi navê “Kulîlkên Rojava” jî di meha adarê amadekariya pîrozbahiya cejna Newrozê dike û di vê çarçoveyê de 2 stran diyarî Nûçe Ciwan kir.