ŞEHBA – Şehîd Bişeng Brûsk li 4 parçeyên Kurdistanê di nav tevgera ciwanan de kedekî mezin ji bo şoreşê azadiyê da. 2 caran jî, di dest pê kê şoreşê û dîsa di salên dawî de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û erkên mezin girt. Ciwanên Efrînî ku Bişeng Brûsk wek rêvebera xwe ya di nav xebatên tevgera ciwanan de nas kirin bi Nûçe Ciwan re qala kesayeta wê û bandorê wê li ser ciwanan kirin.
“Navê min Emîne ye. Ez rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrîn û Şehba me. Ji bo nirxandina jiyana rêhevala me Bişeng Brûsk, bi taybet bi awayekî gelamperî di hindurê vê şoreşê ku em tê de derbas dibin de, bi armanca şoreşa jinê… Li ser vê esasî, di hındurê vê şoreşê bê guman bedelên pir giranbuha jî hatin dayîn. Pê vê girêdayî şoreşê ku wek jin hatiye dest pê kirin û heyanî vê kêliyê jî xwe dide herikandin jî, bi şiyara “Jin, Jiyan, Azadî” armanca me yê şoreşgerî xwe dide îfade kirin. Tabî, li hemberî berxwedaniyekî wisa, tekoşînekî wisa jî, bedelên pir girabuha hatin dayîn. Li ser wê esasî, fermandarê me, rêhevalê me yê hêja şehîd Bişeng Brûsk di van heqên ku em tê de jiyan dikin, tê de şoreşê jin hatiye dest pê kirin.
Her wiha, bi gihandina şoreşa mirovahiyê û şoreşekî nû jî, hevala Bişeng rolekî xwe yê dîrokî û rolekî xwe yê girîng û bi bandor lîst. Li ser vê esasî di hindurê xakên Bakurê Kurdistanê, û pê ve girêdayî Rojava heyanî Rojhilat jî, rêhevala me Bişeng di nav beşê me yê ciwan û jinên ciwan bandorekî mezin kir. Weke rêhevala me Bişeng bi seknê xwe yê mitewazîbûyina xwe yê heyî, bi pîvanên xwe yên şoreşgerî bandoriyekî herî mezin di jiyana ciwan û jinên ciwan de da runişkandin. Raste, belkî di şehadeta rêhevala me de hestekî, yan jî êşekî pir giran me jiyan kir. Di aliyê fîzîkî de belkî em hevala xwe nebînîn ama li hemberî wê di aliyê wê yê ruhî de, bi rastî pîvanên wê yên şoreşgerî, tevgerandina wê, rêhevaltiya wê, hezkirina wê yê kar û xebat, bandoriyekî mezin di nav ciwanan de ew hewaya hişt. Li ser wê esasî bi wê rihî, bi wê pîvanê ciwan û jinên ciwan di nava şoreşê de, di nava rêxistinê de cihê xwe bigirin.
Bi taybet ser jiyana rêhevala me Bişeng di sala 1988’an de li bajarê Lozanê li Swîsre di nav malbatekî welatparêz, di nav malbatekî hêja de, malbatekî ku nirxên parastinê berxwedanê Kurdistanê girtiyê ji dayik bû. Li ser vê esasî, em dibînin ku hestên rêhevala me Bişeng bi hestên parastina nirxên birayê xwe yê mezin şehîd Brûsk û hemû şehîdên ku di nava malbata ku tê mezin bû de, di şexsê xwe de li hemberî polîtîkayên qirkirinê, polîtîkayên asîmîlasyonkirinê yên dijmin ku pûç dike, ji biçûkbuyîna xwe ve helwestên xwe hebûn û li ser vê esasî hemû kêliyên di jiyana xwe de tekoşîna gelên azadîxwaz û rastiya dijmin her tim di rojeva wê yê sereke de bû û her tim kêliyên xwe yên jiyanê ser vê esasî dida berdewam kirin. Bi taybet di salên ku di hindurê zanîngehê de jî bi grupên ciwanên Apoyî û jinên ciwan nas kir û ser wê esasî daxwaza xwe yê tolhildana Cizîra Botan hîn zêdetir xurttir kir.
Bi taybet di kêliyên ku ketiye nav refên gerîla de heyanî kêliyên ku şehîd buye de bi meşekî bê nefes û tevlîbûnekî bê dudilî bû fermandar û pêşengê şoreşê azadiya jin. Li ser vê esasî em dibêjin weke hemû ciwan û jinên ciwan ên ku di hindurê çar parçeyên Kurdistanê de ne, çi ji Bakur be, Başûr, Rojava û Rojhilat, heyanî Mexmûr û Şengalê û derve welat, hemû jinên ciwan û ciwan li ser şopa rêhevala me Bişeng berdewam bikin. Ji bo xeyala van şehîdan, jiyana xwe yê rêxistinî hîn zêdetir xurttir bikin. Em dibêjin wek ciwan û wek jinên ciwan wê jiyana me wê bibe ji bo danasîna rêhevaltiya û jiyana hevreyên me yên şehîd ku bi salan ji bo jiyanekî azad tekoşîn kirin, berdel dan, li berxwe dan. Li ser wê esasî ger jiyanekî me hebe ji bo danasîna jiyana wan be, ger hestekî me hebe wê hestekî tolhildanê ji bo tolgirtina hemû şehîdên doza azadiyê be. Li ser vê esasî em bang li hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku cihê xwe di nav xetê rêxistinê de bigirin û ji bo tolgirtina şehîdan jî her tim li qadan bin.”
“Navê min Xalid e. Ez endamekî Desteya Ciwan û Werzîşê me. Me heval Bişeng demekî dirêj nas dikir. Bi rastî hezkirina wî di nav tevgera ciwanan de cihekî moral û cihekî hezkirinê ye. Heval Bişeng dema me naskiriye, bi rastî wekî navê xwe Bişeng bû û ewqas jî pêşengtî dikir. Bi rastî hezkirina wî hemû ciwanan dikişand. Ser vê esasî, bandorbûyina me ji heval Bişeng û hezkirina wî di nav xebat de, ser vê esasî me heval Bişeng nas kir. Ewqas hêz, ewqas moral, ewqas tevlîbûna di nav hêza ciwana de, ewqas hezkirina di nav xebata ciwanan de… bi rastî heval Bişeng hezkirinekî mezin di nav tevgerê de ava kir.
Ser vê esasî, heval Bişeng piştî naskirina wî di Rojava de rolekî hezkirinekî mezin di nav tevgera ciwanan de avakir. Xebatekî mezin di nav xebatê ciwanan de meşand. Piştî me şehadeta heval Bişeng bihîst ji bo me êşekî mezin bû. Şehîd Bişeng hêza me bû, rêveberiya me bû, pêşengê me bû. Lê helbet kelekê wî jî dema me şehadeta wê bihîstiye ji bo me, ji bo tevgerê tevahî êşekî mezin bû. Li ser vê esasî hemû ciwanên me, ciwanên Efrînê bi taybet, êşekî mezin dîtin. Li ser vê esasê, ciwanên Efrînê wê tola heval Bişeng li hemberî dijmin rakin. Tiştên ku bi tekoşîna heval Bişeng di xebatê ciwanan de hatin çandin ne tiştekî hêsan bû, ne tiştekî normal bû. Heval Bişeng kedekî mezin da. Ciwanên me çima girêdayî wî ne? Bi rihê wî, hezkirinê wî, bi eşqa wî di nav xebat de, ciwan pê bandor dibûn. Li ser vê esasî soza ciwanên Efrînê eve ku em tu carî çeka heval Bişeng li erdê nehêlin. Em tu carî xebatê ku heval Bişeng meşandiye li ser axa me, li ser tevahî Rojava, ji bîr nekin. Emê tola heval Bişeng rakin.”