DÊRAZOR – Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê dewreyekî alîkariya yekem bi dawî kir. 30 şagirtên jin û mêr beşdarî perwerde bûn.
Berdevkê Desteya Ciwan û Werzîşê li ser zehmetiyan heyî û li ser daxwaza berfirehkirina qursên perwerdehî û pîşeyî, di nav de qursên dirûtinê, berber, alîkariya yekem, înformatîk û zimanên înglîzî û fransî axivî. Piştî wê jî şagirtên pêşniyarên xwe anîn ser ziman.
Di dawiyê de bawernameyên ezmûnê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ve li şagirtan hatin belavkirin.