QAMIŞLO – Îro dewreya ragihandin ya bi navê “Bingehên Wênegiriyê û Ragihandinê” ku beriya mehekê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzişê a herêma Cizîrê hatibû vekirin, bi dawî bû.
17 ciwan û jinên ciwan beşdarî dewrê bûn. Armanca kursê jêhatîkirin û perwerdekirina ciwanan û yekkirina rola ragihandinê ji bo afirandina nifşekî ragihandinê yê hişmend û pêşkeftî ku bikaribe dengê rastiyê ronî bike û belge bike da ku bi awayekî pêbawer pêşkêşî raya giştî bike.
Di perwerdeyê ragihandinê ku ji aliyê mamoste Yasir Yasîn ve hat birêvebirin de, dersên cur bi cur yên teorîk û pratîk ên ragihandin yên li ser “bingehînên wênekêşî û ragihandinê” hatin dayîn.
Ev perwerdeyê yekem a ragihandin a Desteya Ciwan û Werzişê bû. Di heman demê de perwerdeyê ragihandin a duyem bi tomarkirina 20 xwendekaran hat vekirin.