QAMIŞLO – Endama Komîteya PKK’ê a Ciwanan Bişeng Brûsk û endama rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha di êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a 28’ê Tîrmehê 2023’an li Herêmên Parastina Medya de şehîd bûn. Bişeng Brûsk demekî dirêj rolekî pêşeng di nav tevgera ciwanan de lîstiye, bi taybet jî di salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê. Li Fakulteya Avahîsazî ya Zanîngeha Rojava jî xwendekarên jin Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha bi bîranîn.
Di bîranînê de deqeyek rêzgirtin hat seknandin û di derbarê keda hevalên şehîd li beramberî xwendekaran de û çawa ev dibe hêzek mezin di xwendekaran de axaftin hat kirin. Di eynî demê de erk û berpirsyartiya xwendekaran li beramberî şehîdan divê di çi astê de be ku rast layîqî bin û xwedî li mîrateya hemû şehîdan derkevin hat diyarkirin. Bîranîn bi siloganên ‘Şehîd namirin’ , ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.