QAMIŞLO – Di salvegera 20’emîn a komkujî û serhildana 12’ê adarê, ajansa me ya Nûçe Ciwan bi dayika şehîd Ciwan, yek ji xortên Kurd ku di 12’ê adarê de hatibû şehîd xistin, axivî. Dayika şehîd Ciwan bi êş qala êrîşên vê rojê li ser gelê kurd kir.
“Ew tevlîhevî pençemê êvarê çêbû. Serê xwe şuşt, xwe amade kir, cil li xwe kir, xwe kir zave di dîroka xwe de. Min got “ciwan, rabe ser xwe, bavê te wê ji te aciz bibe”. Ciwan ji min re vegerand, ez xwe fêr dikim kar. Agir bi rihê min bikeve kula wî ku bibe şofêr. Sibê rabû û maç kir, maç kir, maç kir. Min 200 pere da wî, min got tu pere dixwaze, min nizanîbû.
Deng ji min re hat “birayê te wê şehîd bikeve, birîndar bû”. Ez çûm cem deriyê nexweşxane, min kurê xwe dît, wey rebî kes nebîne. Ez gihîştim nexweşxane Ezîz Ferman. Ez nizanim çilo çûm, çawa çûm. Allah û îyalam. Xwedê şahîd e. Min dît xwîn wilo diherike, min ê xwe li ber devê derî dît. Dîtina ku min dît… Rebî ku min dît kes nebîne. Min got “Ciwan, ciwan”, min dît xurînî pê ket. Ez çûm hindur û min ê birayê xwe dît, ez çûm hindur û min ê cîranê xwe dît. Rebî kevir, ama xwîn li erdê. Rojekî reş bû û bi ser me de hat. Ev 20 sal in me em kezeb şewitî ne.”