QAMİŞLO- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizêrê merasîma bibîranîna şehîdên Serhildana 12’ê Adara 2004’an di salvegera wê ya 20’emîn de, li dar xist. Merasîm bi dirûşma “Di salvegera 20’emîn a Serhildana Qamişlo de em ê hemû komployan bi yekitî û biratiya gelan têk bibin” li yarîgeha Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Bi hezaran şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, tevger û rêxistinên kantonê, Kongra Star, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran beşdar bûn.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Talet Yûnis zanabûna şêniyan li hember hewldanên peydakirina fîtneyê li herêmê silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo avakirina Sûriyeya pirreng, demokratîk û nenavendî nû kir.
Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Mihemed Cemîl diyar kir ku Serhildana 12’ê Adarê mîrasa têkoşîna gelê Kurd û tevgerên wî yên azadiyê ye ku di encamê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku tê de hemû pêkhateyan cih girtiye, berhem da û got: “Em tev li hember siyasetên li dijî îradeya gelê herêmê disekinin.”
Her wiha, endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed destnîşan kir ku hevgirtina Kurd, Ereb û Suryanan misogeriya serkeftinê ye û got: “Em ê berxwedana xwe ya li hember tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê ji bo parastina şoreşa gelan bidomînin.”
Piştre, zarokê bi navê Harûn Mihemed Betal helbestek li ser yekitiyê bi zimanê Kurdî xwend.
Her wiha, Meclisa Werzîşê ya kantonê 8 lîstikvanên berê yên tîma Cîhad xelat kirin.
Her wiha meclisê bavê şehîd Heysem Kenco, Ebdullah Kenco xelat kir.
Di dawiya merasîmê de maçeke fotboolê di navbera tîma kantona Cizîrê (bi cilûbergên tîma Cîhad) û tîma kantona Dêrazorê de bi rê ve çû.