NAVENDA NÛÇEYAN- Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan yên Têkoşer li navçeya Çemçemalê bi peyameke vîdyoyî bang li hemû gelê Kurd û welatparêzan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bibin.
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan yên Têkoşer li navçeya Çemçemal, meşaleyên sembola agirê Newrozê bilind kiri û bi peyameke vîdyoyî bang tevlîbûna pîrozbahiya Newroza Qendîlê li hemû aliyên Kurd û welatparêzan kirin.
Di peyama xwe de bang li her kesî kirin ku ji bo pîrozkirina Newrozê bi hev re biçin Qendîlê û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.