QAMIŞLO – Îro Warê Ciwanan li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo şehîdên tevgera ciwanan Bişeng Brûsk, Sara Hogir Riha û Tolhildan Qendil bibîranî. Nêzî 300 endamên tevgerên ciwanan, endamên tevgerên civakî, endamên komînên bajêr û şênî beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin derbarê jiyan û tekoşîna her sê şoreşgerên hat kirin.
Piştre sînevîzyonekî li ser şehîd Bişeng Brûsk, şehîd Sara Hogir Riha û şehîd Tolhildan Qendil hat pêşkêş kirin. Di dawiyê sînevîzyonê de silogana “Şehîd Namirin” hat berz kirin.
Di dawiyê de endamên TEV-ÇAND a taxa Qudurbek dengbêjî û stranên xwe yên welatparêz û şoreşger gotin.