SINÊ- Li Rojhilatê Kurdistanê bi hatina meha Adarê re, li gund û herêmên Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiya cejna Newrozê jî destpê kirine.
Nêzî heftiyeke li gund û herêmên Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên cejna Newrozê destpê kirine, xelkê Rojhilat bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ agirê Newrozê pêdixin.
Li gorî dîmenek ku ji gundê Ewêhengî ya ser bi bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, agirê Newrozê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê pêxistin û xelk govendê digerînin. Xelkê herêmê bi coşek mezin li dora agir kombûne û Newrozê pîroz dikin.