MUNÎCH – Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ji bo girtiyê siyasî yê berê Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer ku li bajarê Elmanya Munchenê girtiye, çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiya ku rêxistinên antî-faşîst û saziyên sivîl jî beşdar bûn de, di serî de Tahîr Koçer ji hemû girtiyên siyasî re azadî hat xwestin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bijî Berxwedana Zîndana” û “Ji Tahîr Koçer re azadî” hatin berzkirin.
Li Almanya û Tirkiyeyê 71 lêpirsîn û doz li Hevserokê berê yê KON-MED Tahir Koçer hatine vekirin; Ji van dozan 59 kes hatin betalkirin, hêj gelek doz berdewam in.
Ji bo Tahîr Koçer 15’ê Adarê roja Înê dê biryar bê dayîn.
https://youtu.be/SVdq1Z0Y0P8