SILÊMANIYE- Îro ji aliyê Tevgera Gencanî Welatparêz (Yurtsever Gençlik Hareketi) ji bo bîranîna Endema Komiteya Ciwanan a PKK şehîd Bişeng Brûsk, endamê Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha a ku dîroka 28’ê Tirmehê 2023’an de di encama êrîşên hawayî a dewleta Tirk a faşist, dagirker ve şêhîd ketine, her wiha endamê Kordînasyona Komalên Ciwanên Rojhilat Tolhildan Qendî, her wiha ji bo bîranîna Şehit Helmet Derelûk a ku di dîroka 23’ê Kanunê 2023’an de li Herema Zapê şehîd ketiye û jina şoreşger û pêşeng şehîd Zelal Zagros a ku di dîroak 18’ê Çilê de di encama sûîkastekî de li Kerkûkê hate şêhîd xistin bîraninekî hat lidarxistin.
Bîranîn di şexsê her pênc hevalên şehîd de ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyekî rêz girtin hat destpêkirin. Piştê rêzgirtin ji bo her 5 hevalên şehîd sinevizyonekî hate pêşkeşkirin.
Bîranin bi sloganê Şehîd Namirin hate bi dawî kirin.