QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo îro êvarê bi şahîyekî dest bi çalakiyên pîrozkirina Cejna Newrozê kir.
Ciwan û jinên ciwan li Parka Avesta li hev kom bûn û agir pêxistin û tekez kirin ku ew çalakiyên xwe yên ji bo zindîkirina berxwedanê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didomînin. Çalakî heya dawî bi dîlanên gelêrî û folklorî û coş derbas bû.