NAVENDA NÛÇEYAN- Îro 36 sal bi ser kîmyabarankirina Helebce ya ji aliyê rejîma Baas ya Iraqê ve derbaz dibin. Ev kîmyabarankirin tevî şehîdbûna 5 hezar sivîl û birîndarkirina bi hezaran sivîlan bûye birîneke herdemî li ser laşê gelê Kurd û welat. Wê ev birîn heta hetayê bê derman bimîne. Lê niha dewleta Tirk bi êrişên xwe yên kîmyayî vê birîna gelê Kurd vekirî dihêle.
Beriya niha 36 salan di 16’yê Adara 1988’an de, rejîma Baasê ya dirinde bi fermana Elî Kîmyawî Helebce, Xurmal û gundên wê deverê bombebaran kir û di bombeyên hatin bikaranîn de madeyên kîmyayî hebûn. Di encama kîmyabarana balafirên rejîma Baas ya Sedam Husên de de 5 hezar welatiyên Kurd şehîd bûn û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar û koçber bûn.
Kîmyabarana Helebce çawa pêk hat?
Dem bihar bû, nêrgizan nû berê xwe dabûn rojê û gel bi kincên Kurdî yên rengîn amadekariya Newrozê dikir. Ji aliyeke din ve hewldanên berdewam yên rejîma Baas ya Iraqê bo qirkirina û tunekirina Kurdan gihiştiye lûtkeyê. Pêşmerge jî bênavber çalakiyan lidar dixin û bersiva rejîmê didin û roj vediguherin şev.
Di wê demê de yekane rêya berdewamkirina hewldanên rejîma Baas kîmyabarankirina sivîlan bû. Ji ber vê yekê destpêkê bi avêtina kaxezên û aliyê ba diyar kir û şûnde herêm hate kîmyabarankirin.
Welatî ji bo parastina canê xwe çûn jêrzemînan. Lêbelê, rejîma Baas bi rêya çend firokeyên ku bombeyên kîmyayî yên qedexe hilgirtibûn, dever bombebaran kir. Ji nişka ve, ji bihara geş, ew dever vegeriya goristaneke tarî ku tê de 5 hezar kes bi kîmyabaranê şehîd bûn û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar, koçber û derbeder bûne. Heta niha jî ji wan hîn windane û nehatine dîtin.
Ev bûyer ji bo tevahiya gelê Kurd bû birîneke mayînde. Ev bûyer ji bo tevahiya gelê Kurd bû birîneke mayînde. Zehmete ku kesek ji her parçeyekî Kurdistanê serdana Helebce bike û çavên wî bi hêsir tijî nebin. Her wiha bû çavkaniya bi dehan berhemên hunerî, fîlm û çîrokan ku ya herî navdar sirûda “Min Bi tenê nehêle” ya hunermend Hêdî Qadirî û awazdaner Elî Abidî û helbesta Refîq Sabir’e.
Helebce bû yekane delîl li ber destê civaka navdewletî ku rejîma Sedam xwediyê çekên qedexekirî yên wêrankirina komî ye. Di heman demê de belgeyeke gelek bihêz û nayê înkarkirin li ser tawanên rejîmê li dijî gelê Kurd di heyama 35 salên desthilatdariya xwe de.
Piştî 36 salan Helebce xwînê dibarîne
Di ser wê jenosîd an jî kîmyabarana Helebce re 36 sal derbas bûn û welatî li hêviya başbûna birîn û qerebûkirina birînên xwe ne. Lê dîsa jî bi dehan qeyran û pirsgirêkên bingehîn yên xizmetê dikişînin. Heta niha piştî çend kabîneyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê giringiyeke cidî nedaye wan.
Her çendî ku di 31’ê Kanûna 2013’an de Parlamentoya Iraqê Helebce wek parêzgeha 19’yemîn ya Iraqê di nav xwendina yekem ya parlamentoyê de derbaz bû jî, lê belê daxwazên aliyên Şîe yên ji bo veguhertina çend bajarokên din bo navçe û parêzgehan, rê li ber biryara parêzgehbûyîna Helebce girtine û heta niha jî ev mijar weke heyî hatiye hiştin.
Kîmyabaranên (êrişên kîmyawî) yên dewleta Tirk berdewama kîmyabarana Helebce ye
Dewleta Tirk a dagirker bi bomberdûmanên xwe yên bênavber û bi hezaran car bikaranîna fosfor û çekên kîmyewî yên qedexe bi taybet yên taktîk nükleer li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê sûcê kîmyabarankirina Kurdan di roja me ya îro de jî didomîne. Carnan bi van çekên qedexekirî 26 saetan bombebaran kiriye û di encamê de bi dehan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û welatiyên sivîl şehîd bûne. Herwiha ji ber bikaranîna van çekên kîmyawî, xwezaya van deveran careke din venagere rewşa xwe ya berê.
Civaka navnetewî li hemberî van sûcan kor bûye û dewleta Tirk jî komkujiya Helebceyê di roja me ya îro de jî bi ser gelê Kurd de berdewam dike û xebatên xwe yên tunekirina Kurdan didomîne.