NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 4 şervanên QSD’ê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianîn şehîd bûn.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebû Xalid (Ehmed Xalid El Kurdî) û şervana Meclisa Leşkerî ya Suyran Ator (Sûriya Mame Nano), dema li ser erkên xwe bûn ji ber krîza dil şehîd bûn. Şervanê me Salih Bedran El Xidir (Rêzan) li Dêrazorê di encama bersivdayîna êrişa şandeyên terorîst de, her wiha şervanê Hêzên Komandos Gêlî Kobanê (Mehmûd Mihemed Hemê) di qezaya perwerdeyê de şehîd bûn.
Serê malên van şehîdan û tevahî malbatên şehîdên me sax be. Em ê têkoşînê berdewam bikin heta xeyalên şehîdan a avakirina welatekî aram pêk bînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:
Nasnav: Ebû Xalid
Nav û Paşnav: Ehmed Kurdî
Navê Dayikê: Xalidiyê
Navê Bav: Xalid
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Idlib-Ramî/1983
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-Erîma/15’ê Adara 2024
…..
Nasnav: Atûr
Nav û Paşnav: Sûriya Nano
Navê Dayikê: Muna
Navê Bav: Mame
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Til Şenan/1967
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir/15’ê Adara 2024
…..
Nasnav: Rêzan
Nav û Paşnav: Salih El Xidir
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Bedran
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Hermûşiye/ 1987’an.
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Ceza/ 14’ê Adafra 2024
….
Nasnav: Gelî Kobanê
Nav û Paşnav: Memhûd Hemê
Navê Dayikê: Zenûbiya
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Xezîne/2006’an
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê 12’ê Adara 2024’an.