Li Mexmûrê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) di nava semtan de dest bi pîrozbahiyan kir û wê heta 18’yê Adarê bi şêwazên cuda Newroz bê pîrozkirin.

MEXMÛR- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pîrozbahiyên cejna Newrozê destpêkirin. Îşev ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) ve agirê yekem ê pîrozbahiya Newrozê li Mexmûrê hat pêxistin.

Beriya ku agir bê pêxistin deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin û piştî wê li ser wate û girîngiya Newrozê, Endama Navenda Çand û Huner a Mexmûrê Evîn Taş axaftinek kir.

Evîn Taş di serî de cejna Newrozê li mîmarê azadiyê Rêber Apo, gerîlayên serê çiya, girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê û tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: “Em îro bi ruhê Mazlûm Dogan û Rewşenan agirê Newrozê pêdixin. Weke ciwanên Mexmûrê em dest bi pîrozbahiyên cejna Newrozê dikin. Agirê Newrozê li hember dagirkeran hatiye pêxistin. Bi vê yekî ruhê berxwedan û têkoşînê di nava gelê Kurd de mezin bûye. Ji ber wê yekî îro meşaleya Mazûm, Sara û Rewşenan ji bo me bûye meşaleya azadiyê. Emê wek ciwanên Mexmûrê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em dûbare cejna Newrozê li we tevan pîroz dikin.”

Piştî axaftinê diruşmeyên ‘Newroz Pîroz Be’, ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’ hatin berzkirin. Piştî wê agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agirê Newrozê govend hat gerandin.

Hêjayê gotinêye ku îşev yekem agirê Newrozê li Mexmûrê hat pêxistin û wê heta 18’ê Adarê bi rêbazên cuda cuda pîrozbahî bên pêkanîn û wê di 18’ê Adarê de jî şahiya giştî bê li dar xistin.

Nivîsa Pêş