HELEB- Cejna Newrozê ku sembola vejîn û têkoşînê ye bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Helebê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşê bi taybet şehîdên Newrozê destpê kir.
Piştre jî Berdevkê Yekitiya Xwendekaran Ciwan Efrîn axivî. Efrînî ku di destpêka axaftina xwe de cejna Newrozê li şehîdan, Rêber APO û gelê Kurd pîroz kir û got, “Tu kes nikare agirê me yê Newrozê bi berxwedanê pêxistî vemirîne.”
Efrînî axaftina xwe wiha domand; “Dewleta Tirk a faşîst a dagirker û dîktator Erdogan hebûna xwe bi tinekirina gelê Kurd ve girêdaye. Ji ber vê jî bi êrîş û polîtîkayên tirsandinê hewl didin hêviya gelê Kurd tine bikin. Lê çawa ku Mazlûm Dogan beriya bi salan bi bedena xwe agirê Newrozê pêxist û desthilatdariya desthilatdariyê hejand, em jî weke ciwanên Kurd ên xwendekar soza şopandina rêya şehîdên xwe didin û soza mezinkirina têkoşîna xwe didin. Li ser vî esasî em ê agirê Newrozê geştir bikin. Banga me ji hemû ciwanan re ew e ku bi agirê Newrozê textê faşîzmê bişewitînin.”
Pîrozbahiyê bi guhdarkirina dengê Rêbertî dewam kir.
Piştre jî ciwan û girseya beşdarî pîrozbahiyê bûn, li dora agirê Newrozê bi gerandina govendê dawî li şahiyê anîn.