Şehadet peyvekî girane, dema gotin dibe şehadet mîna avekî sar li ser laşê mirov de were berdan ji nişka ve dicemide û hestên mirov mest dibin mîna ku wexit raweste. Kêliyên jiyana mirov mîna şerîda filîmekî li ber çavên mirov re derbaz dibin ku mirov naxwaze ti carî dawiya wê were. Jiyan di navbera ji dayîkbûn û mirinê de xetekî zirave. Her tim mirov dixwaze di vê xeta zirav de têr û tijî jiyan bike, di vir de çi kurt çi ji dirêj herkes wateyekê dide jiyana xwe. Lê wateya vê ya herî rast li gorî ol û baweriyên cîhanî hem jî li gorî olên semawî û di heman demê de li gorî rastiya civakî wateya rast û wek pivanên jiyanê şehadet e. Ji ber Şehîd kesên ku bêyî dûdilî jiyan bikin, di ber welat, nîştîman, bawerî, çand, ziman û hwd canê xwe feda dikin. Gelek caran dema em li ser şehîdan di axivin yan jî dinivîsin, mirov nikare hestên xwe baş bîne ziman. Ji ber ku em nikarin pîvanê şehadetê destnîşan bikin û di nava wan sînoran de bi axivin, ji ber wê jî tenê em dikarin kêliyek jiyana xwe ya ku me bi hevdûre jiyan kirî bêjin. Dema min dinivîsand gotina Derwêşek yê Dêrsimê tê bira min (Şehîd Atakan Mahîr) ku digot; “Em kêliyê jiyan dikin, di nav re derbaz dibin û hestên me di nava hevsengiyê de jiyan dikin, dema dixwazin li ser şehîda bihizirin wext disekine. Hevala Sara jinekî ciwan ji Bajarê Rihayê ye, ji bajarê Pêxemberan serî lê hildayî ji dayîk dibe. Ji nava malbatekî welatparêz bi serpêhatiyên qehremanan mezin dibe. Bi van serpêhatiyên ku bihîstine kesayetiyek şikil digire. Bi van bihîstinan mezin dibe û di bihara ciwantiya xwe de berê xwe dide Çiyayên Kurdistanê. Bi perwerdeyên ku dîtine Felsefeya jiyana Azad di xwe de avadike û pîvanên jiyana rast bê ka çine, hurkolîn dike. Bi feraseta “Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbikevin” berê xwe dide xebatên ciwanan û salên dirêj li her çar parçeyên Welat geriya bi hezaran ciwan dîtin û ji bo rêxistinkirina wan bi şev û roj xebat dida meşandin yek ji van cihan jî wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bû. Li Mexmûrê di rêxistinkirina ciwanan û taybet jî di ber xeta jina Azad de wê çawa werin jiyan kirin, bi her ciwan û jinên ciwan re nîqaş da meşandin. Erk û berpirsyartiyên ciwanan çine û divê çawa jiyan bikin di mal, kolan û şeqamên wargehê de bi her malbatekê re nîqaşa vê dida meşandin. Gelek caran em dirûniştin û me nîqaş dikir, di nava nîqaşên xwe de carna serpêhatiyên hevalên şehîd digotin taybet jî dema qala birayê xwe Şehîd Hogir dikir mirov di gotinên wê de hêrsa tolhildanê hîs dikir. Mirovekê ruken bû û xwînsar bû. Dema li çavên mirov temaşe dikir di cih de digot; ‘çima moralê te ketiye?’ mirov fêhm dikir. Dema em biçûk bûn carnan heval dihatin malên me û me himbêz dikirin, me jî ji wan re di got; ‘hûn hevalin, bêhna hevalan ji we tê.’ Ew di aliyê hestiyarî de heskirina wan hevalan raberî me dikirin bû, bivê kesayetiya xwe di nava ciwanan de di demekî kurt de sempatiyekî qezençkiribû. Di pîvanên rêxistinê de, xeta Rêbertî û Şehîdan de ti carî tawîz nedida. Belê tiştên min li vêderê nivîsîn tenê kêliyekî ji jiyana ŞEHİD SARA HOGİR RİHA bû yan ji dilopek ji behrê bû. Ji ber wê Rêbertî digot: “Her Şehîdek Felsefeyek a jiyana Azade.” Bê gûman rêya rast û Mutlaq rêya wan e.
Rojhat Alturk