NAVENDA NÛÇEYAN- Ev demekê Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo guhertina zihniyeta zilam û ji bo avakirina civakek azad di nava liv û tevgerê de ne. Havîna 2023’an de kampanya ‘’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’’ îlan kirin û dest bi xebatên bi reng û bandor kirin. Bi gelek çalakiyan di qadên xwe de deng vedan û bi pêşengtiya jinên ciwan giştî civakê xistin nava tevgerê. Konferans, Komxebat an jî di her bajar û di her gundê de grupên xwendina pirtûkên Rêber APO hiştin ku jinên ciwan hîn zedê nezî fikr û felsefeya Rêber APO bibin. Dema jinên ciwan êdî tarzê Rêber APO di jiyanê xwe de pêk tînin bandorekê mezin li ser giştî civakê dikin.
Taybet di aliyê guhertina zihniyeta zilam de jinên ciwan xwedî rol û mîsyonekê giring in. Ji ber ku ji bo azadiya civakê gengaz be, ev tenê bi guhertinekê zihnî pêkanê. Ji bo vê jî ev niha demekê Yekîtiya Jinên Ciwan di gelek qadan de perwerdeyên zayendperestî vedikin. Di van perwerdeyan de tenê Xort tên perwerde kirin. Taybet ji bo Ciwan karibin bandora zihniyeta zilam di xwe de bibînin û pêşengtiya têkoşîna vê bikin, perwerdeyên xortan a bi vî rengî tên bi rê xistin kirin.
Herî dawî li Herema Cizirê perwerde vebû û serkeftî bi dawî bû. Bi tevlî bûna ciwanên heremê perwerde nezî 10 rojan dewam kir. Di nava 10 rojan de waneyên ‘’Jineolojî’’, ‘’Zayendperestiya Civakî’’, ‘’Di kesayeta Rêbertiyê de lêpirsîna mêrbûyînê û merheleyên guhertinê ’’ û waneyên weke ‘’Malbatçitî’’, hwd. hatin dayîn. Hemû wane bi niqaşên cûr be cûr derbas dibûn. Di navenda hemû niqaşên de hertim ya herî sereke ew bû ku, çawa zilam dikare xwe ji zihniyeta qirej a desthilatdarî xilas bike û xwe bighîne kesayetekê azad. Di vir de hertim fikr û felsefeya Rêber APO nîşana rê ye. Taybet Rêber APO di hemû dahûrandinên xwe de behsa guhertina zihniyetê dike û taybet jî behsa ‘’Kuştina Zilam’’ dike. Rêber APO behsa kuştinê fizîkî nake ama guhertina zihniyetê. Gelek pirtûk li ser vê mijarê nivisand. Niha jî di navenda têkoşîna me de ev mijar derdikeve. Ji ber ku yek ji mijarên serekê yên ku Rêber APO hertim tîne li ser ziman, mijara têkoşîna cîns jî mijara sereke ya xebatê Yekîtiya Jinên Ciwan e. Li ser vê esasî ev xebat wê berdewam bike û bi rengên cûda jî were berfireh kirin.
Li cem endamên ku vê perwerdeyê de cih digrin di derbarê perwerdeya ku wan dît de Ajansa me Nûçe Ciwan hevpeyvîn bi wan re kir kirin;
Navê min Simko ji bajarê Qamişlo me. Em divê perwerdê de tenê hevalê xort in. Girîngiya perwerde ji bo me çi ye? Giringiya vê perwerdê herî zedê ji bo me ji bo em fem bikin zilam desthilatdarî li ser jinê dimeşîne ye. Em dixwazin vê zilamtî di hindûrê xwe de bikujin. Çawa em dikarin bihêlin ku jin azad jiyan bike, çawa em xwe di aliyê zihniyetê de pêşbixin, em çawa zihniyeta zilam bikujin, ji bo vê şewazê perwerdeya rêxistinê ji me re lazime. Ji bo em bikaribin vê zilamtî ya qirej di hindurê xwe de bikujin, her gava ku em biavejin divê em li gorî vê xwe perwerde bikin û hertiştî me jî li gorî vê perwerdê bibe.
Malbat dewleta piçûk di ya di civakê de ye. Di aliyê danasîna jinê de, bi me şaş dane femkirin. Her nîşan dan ku divê zilam desthilatdar be, xwedî axaftin be, divê zane be. Lê belê ev tişt hemû şaş in. Ezeztî di zilam de heye, xwe mezin dibîne û poz bilinde. Xwe zane dibîne û hertiştî baş di xwe de dibîne lê belê ev ne wisa ye. Herî zedê me li vê derê rastiya xwe nas kir. Me rastiya civakê nas kir. Piştî akademî em divê di despêkê de malbatê xwe bi rêxistin bikin. Serokatî jî dibeje ku tu despêkê ji xwe ve despê bike. Despêkê ezê malbatê xwe rêxistin bikim, piştre ezê malbatên din jî rêxistin bikin. Cûda ez dibejim herkesek divê tevlî vê perwerde bibe, bi vê şewazê em dikarin azadî bi serbixin û hedefa Rêber APO bigihînin dawî.
Navê min Mîlan, ez ji bajarê Qamişlo me. Ez hatim perwerdeya ciwana û ev perwerde jî tenê ji bo hevalê xort hatiye vekirin. Ji bo em rastiya civakê, dewletê û rastiya kapîtalîzm nas bikin, em xwe biguherin em hatin vê perwerdê. Em fêr bûn em çawa camêr bin. Ji ber ku derve em ferî wan tiştan nekirin û dema em piştî akademî derkevin tiştên ku me ji perwerde girtî emê ferî derdorê xwe bikin. Min ferq kir ku jin gelekî tê zilm kirin, ne bes tenê dayîk hemû jin bi giştî. Niha jin di nava civakê de gelek êş dikşîne. Ji vê perwerde min fêm kir ku azadiya jin heye. Me gelek tişt di nava xwe de gûhert. Despêkê em fêr bûn zilam zalim e. Yanî rastiya zilmîtî ji zilam tê û ev jî ne beriya demekê kin, ev berî hezar salan çebû ye. Me nas kir ku zilam di malbatê de xwe weke diktator dibîne. Li ser malbatê hemû hikûm dike.
Dewlet gelek tişt derdixe, li cem wan Serok û Wezîr hene, weke di malbatê de bav û keç. Jin û ciwan di malbatê de dawî de tên. Zilamtî ne bes lêdanê, di gelek cihan de heye. Jin xwedî gelek maf in, dikare gelek tişta bike ama zilam nahêle bike. Dibêje ’’çênabe tu ji malê derbikevî, tu filan tiştî bike an jî çênabe tu biçe filan derê’’, wê mecbûr dike, yanî ev jî zilme. Zilm ne tenê lêdan û kuştin e. Niha em xwe perwerde dikin ji bo em vê heqiqetê bigihînin civakê ku ev tişt ne raste. Ji ber ku gel û jin tiştên herî esasî ne. Min ji perwerdê fem kir ku ev zihniyet şaş e, em lazime vê di xwe de biguherin. Me fem kir ku jin gelek êş dikşîne û gerek em vê tiştî bisekînin. Em herin ji malbata xwe re bêjin, ji hevalên xwe re bejin ku ev tişt çênabe, ev tişt divê were guhertin ji bo em azad bibin û cenga azadiyê serbixin. Herî dawî ez dixwazim bêjim ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û ‘’Bijî Serok APO’’.
Ez Dilxwaz ji Hesekê me. Ez giredayê saziya hevalên gazî me. Em tevlî vê perwerde bûn û me gelek wane dîtine di nava vê perwerdeyê de. Me dersên jineolojî û zayendperestî dît. Herî baş dersa zayendperestî bû. Em rastiya zilam û mêrbûnê çawa ye fêrbûn. Em ferbûn ku em pirsgireka di nava jin û zilam de, di malê de em sererast bikin. Ji bo di nava civakê de jî baş be. Rastiya zilam me ji berê de fêm kiriye ku zilam tenê yê ku lêdanê dike û bi deng xwe bilind dike ye. Lê rastî ne wilo ye. Divê mirov camêr be, xwedî hurmet û kesayetekê baş be. Mirov zihniyeta xwe biguhere, ev tiştekî baş e ku me ji vê perwerdê girtiye. Lê em nikarin bejin ku em di cih de careke de biguherin wisa çênabe. Em gavekê piçuk pey gavekê piçûk biavejin wisa vê bibe. Em zihniyeta xwe biguherin civak û jin azad be em vê dixwazin.