MINBIC – Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd “Ehmed El-Xalid El-Kurdî” ji Hêzên Cebhet El Ekra oxir kirin.
Merasîma oxirkirina şehîd “Ehmed El-Xalid El-Kurdî” ji nexweşxaneya El-Furat ber bi Mezara Şehîdan a Minbicê ve destpê kir.
Li wir ji bo bîranîna şehîdên deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Umm Adil û li ser navê Hêzên Cebhet El Ekra jî ji aliyê Ehmed El-Birawî, û paşê belgeya şehadetê hat pêşkêşkirin.
Di dawiyê axaftinên de soza berdewamkirina tekoşîna şehîdan heya dawî hat dayîn.