NAVENDA NÛÇEYAN – Bi binketina Osmaniya di peyama Sykes-Picot û Sevr de jî Rojava û Bakûrê Rojhilatê Sûryie ketiyê bin kontrola Fransa yê û bi îmzekirina peyama Lozanê edî dewelata Tirkiyê Bakurê Sûriyê bi temamî dûrketiyê. Lê xwesteka xwe ya disa destxistina herêmen Osmaniya tucar dûr neketiyê.
Di dema despêka şerê Sûriya di sala 2011’an de dewleta dagirer ya Tirkiyê xwest di nava vê şerê de bandora xwe çebike û taybet milîsên ku dijî mirovatiyê dixebitin alikarî da. Bi wî rengî jî bihara Sûriyê ji bo gelên serhilder bû felaketekê mezin.
Piştî ku şoreşa Rojava di salên 2011’an de jî ku bi fırsata bihara Sûriyê derketiyê hole dewleta dagirker ya Tirk tu acr bi êrîşên xwe li hember Bakûr û Rojihlata Sûriyê nesekinî û hin zedetir bi amadekariya milîsên dijî mirovatiyê di domand. Di sala 2016’an de dewleta dagirker ya faşist a Tirk bi dagirkirina Efrîn despê kir. Li Rojava û Bakûr û Rojihlat Sûriyê li hember wan êrîşan taybet ciwanan serferberî îlan kirin, ji bo axa Efrîn li hember dagirkeran biparezin.
Di we pevajoyê de gelek ciwanên welatparêz û şoreşger tevlî serfiraziyê bûn û canê xwe feda kirin. Yek ji wan ciwanan ku tevlî şerê Efrîn bû jinekê ciwan ji Efrînê bi navê Bêrîtan Roj e. Bêrîtan Roj a ku endamê meclisa ciwanen ya partiya peşerojê Sûriyê re ser vê mijarê Ajanasa me re axifî û got: “Bê teredût eger çi were xwastin jî, weke ku çawa hevalen wê de rê bê dudilî jiyana xwe feda kirin emê jî bê dudilî jiyana xwe feda bikin, ji bo ku em carekê din em vegerin axa xwe.”
Giştî axaftina Bêrîtan Roj bi wî rengî:
“Navê min Beritan Roje, ez ji bajarê Efrinê me. Wek hûn jî dizanin 18’ê mehê salvagera dagirkirina Efrinê ye.
Beriya vê 6 salan dewleta tirk a dagirker êrişî bajarê Efrinê kir. Bi balafir êrîş kir, bi êrîşê xwe ya ezmanî êrîş kir. Ez wek şexs di wê pevajoyê de amadebûm.
Dema ku şerê Efrînê destpê kir ez bi xwe li Helebê bûm. Wê demê serferberî hatibû ragihandin, ji ber wê jî li wê derê em wek ciwanên Efrînê, tevlî serferberî bûn. Wek tabûrê leşkerî ya ciwanan em tevlî qonaxa serdeme bûn.
Rastî jî dema ku em tevlî şerê Efrînê bûn me qet bawer nedikir ku wê rojek were şerekê wisa were ser Efrin. Ji ber Efrîn wek heremekî aramî hat naskirin, bajarê aramiyê hat naskirin. Di wê derê de hemû netew bihevdûra jiyan dikirin. Kurd , Ereb, Turkmen her kes li wê derê rihat jiyan dikir. Lê belê dema 2018’an êrîş hatiye ser Efrinê, rastî ji bo me hemû giran hat.
Dema ku ez tevlî wê şerê bûn, li wê derê hevalên ku min nasdikirin Şehîd bûn. Ji milekê de ji bo me êş bû, ji milekê de jî ji bo me rastî jî moral bû. Ji ber eger em bixwazin milekê em rizgar bikin, pewiste bedelê wê jî hebe. Ji xwe bedelê wê herî giran bû, piranî hevalên ku me li wir naskir şehîd bûn.
Ji destpêka pêvajoya şer destpêkir heta dawiyê ez li wê derê bûn. Rastî jî gelê wê derê, gelê Efrinê hemû stratejiya şerê gelê şoreşgerî li wir dan meşandin. Gel hemû yek dest bû. Ciwanên xwe, kalên xwe, pîrên xwe, zarokên 7 salî heta 70 salî rastî jî em dikarin ji wê derê mînak bigrin. Gelê wê derê tenê ji bo ku xaka Efrinê bernedin, tucarî teredût nekirin û canê xwe feda kirin.
Zarokê xwe hemû di şer de bûn bi wan re dayikên bi emr mezin û bav di çeperen şer de piştgirî didan zarokên xwe. Eger nikarîbûna şer jî bikin, diçûn xwarin ji bo wan amade dikirin, moral didan wan.
Piştî şerê ku wê derê qewimiye ango 2018’an heta roja îro gelê wê derê koçber bûye. Ewqas ji bo me giran hat wek gelê Efrîne ku çawa me Şehîden xwe wê derê hiştin. Çawa gelê me li wê derê, em derketin. Rastî jî ji bo me giran bû. Yanî dema ku agahî hat dayîn Efrîn vala bibe, wê hemû kes jê bikişe, belkî ji bo me jî agahî hat ji bo em ji wê derê derbikevin, lê rastî jî heya îro di bala mirov de dimîne.
Dema ku em derketin ser girê Cebl Ehlem re em derdiketin min pişt xwe mêze dikir min dît ku çawa agir û dûman ji ser Efrînê rabûye, balafir hemû ser Efrinê de digeriya. Rastî jî ji bo me bi êş bû. Hevalên wê derê bê dûdilî canê xwe feda kirin.
Lê belê ev yek wê neyê wê wateyê ku Efrîn her dagirkirî biminê. Raste îro salvagera dagirkirina Efrinê wê ji sala 6’emîn derbase sala 7’emîn bibe. Lê tu caran me rojekê jî bêhevîtî jiyan nekir. Wek ciwanên Efrinê, wek gelê Efrinê tucar me heviya xwe qut nekir. Her em bi wê heviyê jiyan dikin, her heviya ku em rastî jî carekê din wegerin ser axa xwe, em li wê derê jiyan bikin.
Bêteredût eger çi were xwastin jî, weke hevalên wê derê bê dudilî jiyana xwe feda kirin, eme jî bêdudilî jiyana xwe feda bikin, ji bo ku em carekê di wegerin ser axa xwe.”