KOBANÊ – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina salvegera 6’emîn a dagirkirina Efrînê, bi slogana “Serî hilde ji bo Efrînekî azad” meşekî meşelan li dar xistin.
Meş ji garacê dest pêkir û li qada şehîd Egîd bi dawî bû. Pankartên li dijî dagirkeriyê û alên Rêber Apo hatin hildan û sloganên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berz kirin”.
Li qada Şehîd Egîd deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê hat girtin. Piştre berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Nedaa Şahîn axaftin kir û piştgiriya gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê diyar kir.
Di dawîyê de ji bo pîrozkirina cejna berxwedanê Newrozê, agir hat pêxistin û govend hat girtin.