NAVENDA NÛÇEYAN – Pîrozbahiya Newrozê ya ku di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de li herêmên rizgarkirî pêk tên bi coşeke mezin didome.
REQA- Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên kantona Reqayê di roja sêyemîn de pîrozbahiya Newrozê berdewam dike.
Ciwan û jinên ciwan ên Ereb îro danê êvarê li gundê El-Hewmiye yê gundewarên bakurê Reqayê ji bo pîrozkirina cejna Newrozê çalakiyek li dar xistin.
Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir, bi pêxistina agir û gerandina govendê dewam kir. Ji aliyê ciwanan ve gelek caran dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” yên bi zimanê Erebî hatin berzkirin.
TEBQA- Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger agirê Newrozê îro danê êvarê li gundê Tebqa yê Mensûrê bi dirûşmeya “AGIR BERDE ERŞÊ FAŞÎZMÊ” pêxistin.
Bi nêzîkbûna Newroza ku hemdemî bi 21’ê Adarê ku serkeftina li dijî neheqî, koletî û azadiya gelan tê dîtin, ciwan li her derê seferber dibin.
Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê vê êvarê li Mansûre ya gundewarê Tebqayê bi tevlîbûna gelek ciwanan şahiyek li dar xist. Bi vê pîrozbahiyê wateya serkeftina Newroz û Hesinkar Kawa ya li dijî neheqî û zilmê hate vegotin.
Pîrozbahiyê bi pêxistina agir û govendê heta saetên şevê dewam kir.