REQA – Bi boneya salvegera 6’emîna dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê daxuyaniyekî da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Îro, 18’ê Adarê, 6’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ye, dagîrkeriya ku herêmên din ên Sûriyê jî di nav xwe de dihewîne û weke xençerekê di bedena Sûriyê de tê dîtin.
Efrîn di çarçoveya komploya navneteweyî ya ku di peymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de cih girtiye û bi bêdengiya Amerîka, koalîsyona navneteweyî û hêzên din re hatiye dagirkirin.
Dagirkeriya dewleta Tirk bû sedema kûrbûna krîza ku ev 13 sal in derbas bûye û hîn jî didome. Ev dagirkerî bi hemû îmkanên xwe dibe sedemê kûrbûna parçebûna di nava Sûriyeyê de û ji bo têkbirina nasnameyê civakê li herêmên kurdî yên resen dixebite, bi pêvajoya guhertina demografîk li Efrînê û piştgirîkirina çeteyên kirêt û terorîstên ku bûne barekî mezin li ser Sûriyê.
Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê de tekez dikin ku Efrîn wê bibe yek ji kelehên ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne.
Dagirkirina Efrînê îro ne tenê ji bo Efrînê, lê ji bo tevahiya Sûriyeyê xeteriyeke mezin e, ji ber nirxên manewî û dîrokî yên ku li Efrînê dihewîne, bêyî rizgarkirina Efrînê û tevahiya herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin winda dibin.
Di heman demê de, em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, saziyên Neteweyên Yekbûyî û hêzên çalak ên li Sûriyeyê yên ku li ser aramiya wê ne, ku rola xwe bi awayekî zelal û berpirsyar bilîzin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn û binpêkirinên ku ti pêwendiya wan bi exlaq û hiqûqê re nîne, ya herî dawî kuştina ciwanê bêguneh Mihemed Osman ê 16 salî bû.
Em tekez dikin ku hêzên ku li hemberî dagirkeriyê bêdeng bûn, divê bikevin tevgerê û helwestên xwe diyar bikin û nebin hevparê vê karesat û kiryarên metirsîdar. Em destnîşan dikin ku pêvajoya guhertina demografîk qirkirineke sîstematîk a li dijî gelê Efrînê ye û li dijî nasnameya Sûriyê, û em bi fermî daxwaza avakirina komîteyeke şopandina rastiyan dikin ji bo dîtina rastiya pêkanînan. Dagirkeriya Tirkiyê û binpêkirinên wê li Efrînê û hemû herêmên dagirkirî, pêwîstiya mehkumkirina sûcdaran tîne. Em bang li raya giştî ya cîhanê û saziyên civaka sivîl û parêzvanên demokrasî û aşitiyê û rêxistinên ji bo azadiya jinan dikin ku piştgiriya Efrînê bikin û li kêleka Efrînê bisekinin. Tiştê ku li Efrînê diqewime binpêkirina hemû nirxên mirovahiyê ye.
Îro 6 sal bi ser qetliyam, kuştin, revandin û tirsandina sîstematîk re derbas bûn, ku di vê demê de zêdetirî 400,000 mirov bi zorê ji malên xwe hatin koçberkirin, bi hezaran însanên xerîb hatin bicîh kirin, zêdetirî 7,000 sivîl hatin revandin, bi sedan di bin îşkenceyê de hatin kuştin û bi mîlyonan darên zeytûn hatin jêkirin. Ev sûcên mirovahiyê ne û sûcên li dijî nirx û exlaqê cîhanê ne.
Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê, em ê bi xebatê xwe li ser têkoşîna rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî yên ji Serekaniyê, Girê Spî û Cerabulus heta Idlibê, bi israr bin.
Silav ji bo şehîdên berxwedana Efrînê û hemû şehîdên şoreşa azadiyê.
Silav li gelê me yê Efrînê û gelê me yê Şehbayê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a parêzgeha Reqayê”