QAMIŞLO – Îro danê êvarê li çarxereya Berxwedana Serdemê ya bajarê Qamişlo, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, ciwan û şênî li hemberî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di salvegera wê ya 6’emîn de agirê cejna berxwedanê Newrozê vêxistin û daxuyaniyekî dan.
Bi dehan ciwan û şênî li hev kom bûn û derdorê agirê govend girtin. Piştî wê jî daxuyaniyekî hat xwendin.
Di daxuyanî de hat diyar kirin ku ji dema dagirkirina Efrînê heya niha binpêkirinên li dijî gel, destdirêjiyê li ser jin, kuştin, dizî û talankirina xweza û milkê gel bê navber in. Her wiha, hat destnîşan kirin ku ruxmê ku dewleta Tirk her tişt dike ji bo ku gelê Efrînê ji tekoşîna xwe berde, gelê Efrînê heya dawî bi israr e, û ciwanên Rojava jî piştgiriya berxwedaniya Efrînê dikin.