HELEB – Li taxa Şex Meqsûd a bajarê Helebê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dihû êvarê agirê Newrozê pêxistin û cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kirin.
Newroz ji bo gelên Arî cejna berxwedan û serkeftin li hemberî destilhatdariyê. Li tevahî Kurdistanê û warên ku gelên arî tê de dijîn heya 21’ê adarê, tax bi tax, gund, bi gund, Newroz tê pîrozkirin. Di dawî de jî, wê pîrozbahiyên navendî yên girseyî werin li darxistin.