ZURÎCH – Bi boneya 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî ya Cîhanê fîlmê ‘14’ê Tîrmehê’ ku li ser berxwedana zindana Amedê ye, hat pêşandan. Her wiha banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.
Ciwanan piştî fîlimê qala van tiştan kirin:
Berxwedana dîrokî ya Şehîd Mazlûm Dogan a di Newroza 1982’an de nîşaneya têkoşîna sosyalîzmê ye. Îro jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran girtiyên siyasî di zindanan de ne û hêza xwe ji berxwedana bêhempa ya li girtîgehên Amedê digirin. Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kiriye de em azadiya fîzîkî ya Rêber APO dixwazin. Grevên birçîbûnê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ji bo Rêber APO ku 26 sal in li Sîstema Îşkenceya Îmraliyê û di bin tecrîda mutleq de tê girtin, bersivek li dijî dewleta Tirk a faşîst û tecrîda 26 salan e.
Bername bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO, grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê ku di roja 114’an de ne û piştgiriya bi malbatên nobeda edaletê re bi dawî bû.