NÎSEBÎN- Li qada Newrozê ya li hemberî Parka Cegerxwîn a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” şahî hatin lidarxistin. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes dest bi herikîna herêmê kirin. Welatî bi alên zer, sor û kesk hatin qadê û gelek caran dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Li qada ku dirûşmeyên azadiyê ji bo Rêber APO hatin qîrîn, ciwan bi pankarta “Azadiya min azadiya gelê min e” ku gotina Rêber APO ye derketin ser dikê û ji aliyê gel ve dirûşmeyên Bijî Serok APO hatin berzkirin.